Eger em bikaribin bi kurtî li ser babeta vî karê şahkar biaxivin, qîmeta wê ya serekî di wê de ye ku kesekî şareza yê bi şiyan yê hawarhatiyê di warekî de, ku ew tê da şahsiwar bûye, hespê bîr û
qelema xwe ya jîr livandiye û netîceya wê jî Tarîxa Caf bûye. Tarîxek ku bi nivîsa destekî xwedî tecribe yê nav dîwanxane û reşedewarên Cafê, koçer û dinyadîtiyê bihar, payîz, deşt û zozanên Iraq û Îranê,
her çi nivîsandiye yan bi xwe dîtiye û tê da jiyaye, yan wekî bi têrî, dem û dem çendîn car di civat û dîwanxaneyan de jê re hatiye neqilkirin û bûye beşek ji bîr, hiş û hestên wî.